Biden Bangên Vekişîna ji Kempeynê Red Dike û Soz Dide "Kar Biqedîne"

Serokê Amerîkî Joe Biden di preskonferanseke solo de di beşeke mezin ya saetekê de bersîva pirsên ser fikarên Partîya Demokrat yên derbarê paşveçûna hişê wî da.

Biden, ku piştî 8 mehan cara pêşî preskonferansek lidar xist, roja Pêncşemê dîyar kir ku ew meha Sibatê ketiye sê lênerînên norolojîk û girîng, û ji wî re gotine ku rewşa wî baş e.

Wî got ku ger yek ji doktoran bibêje divê ew careke din jibo norolojîyê were dîtin, ewê wisa bike.

Li ser fikarên derbarê temenê wî yê 81 salî, Biden got ku ‘’kalbûn hinekî zanabûnê çêdike’’ û dîyar kir ku ew dikare gereke din jî bi vî karê bi stres rabe.

Ji Biden hat pirsîn ka çi bi soza wî hatiye ku wî dema kempenyaya sala 2020’an gotibû ku ewê jibo Demokratên ciwan yên nifşên nû bibe pir ku ew gotin wê demê wek ku ewê jibo 2024’an nebe berbijar hatibû şirove kirin.

Biden li ser vê pirsê got ku jiber cidîbûna kêşeyên aborî, sîyaseta derve, nakokîyên navxweyî, ew dewam dike.

Wî bi berdewamî got ku ger serokê berê Donald Trump jibo gera duyê vegere Qesra Sipî, ewê jibo demokrasîya Amerîkî metirsî çêbin.

Serokê Amerîkî di bersîvên xwe de, ku jibo pirsên bi dehan rojnamevanan dan, pesna xwe da ku ew di krîzên derve û aborîyê de serketî bûye.

Ji Biden hat pirsîn ku ger tîma wî ji wî re bêje şansê serketinê yê cîgira wî Kamala Harris li hember Trump li gor yê wî hîn zêdetir e ewê ji berbijarîyê vekişe yan ne. Biden got ku heta ku cîgirên wî ji wî re dibêjin ku ew nikare biser keve ewê xebata xwe bidomîne.

Piştre jî wî ji kursîyê bi dengekî dramatîk got ku ‘’Ti anket tiştekî wisa nabêje.’’

Di axaftina xwe de Biden ser cîgira xwe Kamala Harris bi şaştî got ku ‘’Cîgira Serok Trump’’ û piştre jî wî got ku "ez li şîretên serfermandar guhdarî dikim" ku qesta wî sererkan bû. Serok Biden bi xwe serfermandar e.

Bangên ser vekişîna Biden berfireh dibin ku aktorê navdar George Clooney roja Çarşemê bi nivîsekê di The New York Times de bang li Biden kir ji berbijarîyê vekişe û jinûve bibe qehremanê demokrasîyê.

Clooney, ku meha borî jibo Demokratan bexşa herî zêde da, dîyar kir ku Biden êdî ne ew kesê sala 2016 yan 2020’an e û ew 27’ê Hezîranê di dîbeyta li hember Trum de dîtiye.

Piştgirên serekî yên Serok Biden jî ser wê dîbeytê gotin ku jibo desthilatê felaket e.

Qesra Sipî û karbidestên kempeyna Demokratan hejmareke caran bi rijdî gotine ku ew şev jibo Biden ‘’şeveke xirab’’ bû.

Serok Biden roja Pêncşemê li hilcivîna NATO jibo Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy jî got ‘’Serok Putin.’’

‘’Ezê Serok Putin têk bibim, Serok Zelenskyy. Min bala xwe pir da ser têkbirina Putin’’ Biden got dema ku gotina xwe rast kir.

Ew tevlihevkirina Biden ya Serok Ronald Reagan bibîr xist ku wî sala 1982’an li Qesra Sipî jibo Serokê Lîberya Samuel Doe gotibû ‘’Serok Moe.’’

Du salan piştî wê gotina şaş, dema di dîbeytekê de li hember berbijarê Partîya Demokrat Walter Mondale bû, wisa xuya bûbû ku Reagan nizane çi bibêje, lê di hilbijartinên Mijdara 1984’an de ew li hember Mondale bi cudahîyeke mezin biser ketibû.

Reagan sala 1994'an gotibû ku ew bi nexweşîya Alzheimerê ketiye û piştî ew sala 2004'an mir, kurekî wî û hin karbidestên berê qebûl kirin ku nîşanên eşkere raber kirine ku di gera wî ya duyê de hişê wî paşve çûbû.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku karbidestên payabilind yên sendîkaya Karkerên Otombolîyê yên Yekbûyî do Pêncşemê kom bûne û ser fikarên derbarê berbijarîya Biden danûstandin kirine.

Ew sendîkaya ku 400,000 endamên wê hene serê salê piştgirî dabû serokê li ser kar yê Partîya Demokrat.

Sendîka, bi taybetî li eyaleta Michiganê û hin eyaletên din yên kargehan, bi bandor e ku anket dibêjin Biden jibo biser keve divê li wir tekez biser keve.