Di Hilcivîna Biden û Putin de Çi Hatin Gotûbêj Kirin?

Di hilcîvneke online de roja Sêşemê, Serokê Amerîkî Joe Biden ji hevtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin re gavên ku wê Amerîka bavêje eger Rûsya biryarê bide ku derbazî Ukraynayê bibe, nîşan da.

“Eger Rûsya bêtir Ukraynayê dagîr bike, dê Amerîka û hevalbendên me yên Ewrupî bi gavên aborî yên xurt bersiva wê bidin,” Jake Sullivan, şêwirmendê Biden yê ewlekarîya niştimanî, ji rojnamevanan re li Koşpa Spî got.

“Emê zêdetir alîkarîya berevanî bidin Ukraynayê, gelekî bêtir ji tiştê ku em niha pêşkêşî wan dikin. Emê hevalbendên xwe yên NATO’yê li hêla rojhilatî bi karînên zêdetir bihêz bikin wekî bersiv jibo vê zêdekirina girjîyê,” Sullivan da zanîn.

Karbidestê Amerîkî got ku Biden bijareyeke din pêşkêşî Putin kir: “kêmkirina zêdebûna girjîyê û diplomasî.”

Li gor Kremlinê, Putin li ser nebûna pêşketina ji alîyê Ukraynayê di bicihanîna rêkeftina Minskê de ya sala 2015’an de tekez kir. Ew rêkeftin hatibû holê jibo rawestandina şer li herêma Donbass ya rojhilata Ukraynayê. Kremlinê herwiha got ku Putin “xemên xwe yên cidî derbarê provakasyonên Kyivê li Donbassê anî zimên.”

Serokê Rûs NATO bi “anîna hewildanên metirsîdar yên kontrolkirina axa Ukraynayê” û avakirina karînên leşkerî li nêzîk sînorê Rûsyayê tawanbar kir, li gor Kremlinê.

Ev hilcivîna online ya duyê ye ku Biden bi hevrikekî re dike. Di kombûna xwe ya Cotmehê de ligel Serokê Çînê Xi Jinping, Biden mijareke din ya germ gotûbêj kir: Taiwan.

“Eger tê dîtin ku Rûsya bi ya xwe dike ji mesela dagîrkirina Ukraynayê de, û di vê yekê de biser dikeve, Çîn jî dê ji nêzîkahî vê li vê yekê temaşe bike û wê wekî derfetekê bikar bîne jibo operasoneke pêkan li dijî Taiwanê, Max Bergmann,” lêkolerê Navenda Pêşketina Amerîkî.

Di bersiva pirseke Dengê Amerîka de derbarê ka gelo Amerîka amade ye ku bi senaryoyekê re danûstandinê bike, ku tê de Rûsya derbazî Ukraynayê bibe û di heman demê de Çîn derbazî Taiwanê bibe, Jake Sullivan got ku “ewê Amerîka her kiryarekê bike ku di nêrîna me de jibo pêşîgirtin û diplomasîyê be, da ku were piştrast kirin ku ew senaryoya Taiwanê ku te behsa wê kir qet nebe û nehêle ku dagîrkirina Ukraynayê biqewime. Ev naveroka sîyaseta me di vê demê de.”

Jake Sullivan

Mijarên din

Koşka Spî ragihand ku herdu serokan herwiha aramîya çekan ya stratejîk li seranserê cîhanê, êrîşên înternetê ku ji Rûsya tên û bûne sedema daxistina toreyên kompûterê yên hinek kompanîyên Amerîkîa, û hewilên hevbeş jibo rawestandina pêşxistina Îranê ya çekên navokî, gotûbêj kirin.

Sullivan di bersiva pirseke Dengê Amerîka de, got ku Biden û Putin nîqaşeke “berhemdar” derbarê pirsgirêka Îranê pêk anî.

“Rûsya û Amerîka bi rastî baş bi hev re kar kir, heta di wan demên girjîyê de salên 2014 û 2015’ê, jibo pêkanîna Plana Giştî ya Hevbeş ya Kar (JCPOA),” Sullivan got û da zanîn ku “ev mijareke ku Rûsya û Amerîka dikarin ji nêzîk ve şêwira hev bikin da ku piştast bibe ku Îran yekcar çekên navokî bidest nexe.”

Piştî ku peywendîya vîdyoyî di navbera Biden û Putin de qedîya, serokê Amerîkî peywendî ligel çend hevalbendên Amerîkayê kir da ku wan derbarê naveroka civîna xwe bi serokê Rûs re serwext bike. Di nav wan hevalbendan de, Serokê Fransayê Emmanuel Macron, Şêwirmenda Almanyayê Angel Merkel, Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson û Serokwezîrê Îtalyayê Mario Braghi.

Koşka Spî got ku hevalbendên Amerîkayê ji nêzîk ve di nav têkilîyan de bidin û bi hev re jibo “nêzîkahîyeke rêkûpêk û berfireh” kar bikin.