Serokê Amerîka Joe Biden roja Şemiyê careke din bang li serokê Rûsya Vladimir Putin kir ku 100,000 serbazên li ser sînorê Ukraynayê hatine belavkirin vekişîne û huşdarî da ku dê Amerîka û hevalbendên wê bersivên tund û cezayaên giran bidin, eger Rûsya ukraynayê dagîr bike, li gor Koşka Spî.
Biden û Putin bêhtirî demjimêrekê axivîn, piştî rojekê ji huşdariya rawêjkarê ewlekariya niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan ku tê de gotibû agahdariya Amerîkayê diyar dike ku derbasbûna Rûsya bo Ukraynayê dibe di nava çend rojan de be û renge berî dawîya olompiyadên zivistanê yên Bêjînê be ku 20 vê mehê ye.
Ev bû çend hefte ne ku rêveberiya Biden huşdariyê dide û dibêje renge Rûsya nêzîk Ukraynayê dagîr bike.
Li gor Koşka Spî Biden ji Putin re gotiye ku êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê dê bibe sedema kirîzeke mirovî ya berfeh û dê Rûsya di çavê cîhanê de biçûk bike.
Koçka Spî her wiha got Biden bi Putin re zelal bû û gotê ku Amerîka herçendî amadeye di proseya dîplomatîk de berdewam be, lê ew her wiha ji bo her sînaryoyeke din jî amade ye.
Berî telefona Biden û Putin, wezîrên derve yên herdu welatan jî axivin û wezareta derve ya Amerîka ragihand ku Blinken ji Lavrov re gotiye ku kenalên dîplomatîd” hîn vekirî ne” lê pêwîst e Mosko nakokiyan gurtir neke û bi niyazeke baş tevlî diyalogê be.