Biden li Philadelphia Dest bi Kempeyna Hilbijartinên 2024'an Kir

Serokê Amerîka Joe Biden mîtînga xwe ya pêşî ya kempeyna hilbijrtinê li Philadelphia li dar xist.

Biden di mîtîngê de pirtir ser aborîyê axifî û dîyar kir ku bi sîyaseta wan karên nû çêbûne û çîna navîn pêşve çûye.

Wî got ku bi îmzayên wî yên ser karên îqlim, bac û saxlemîyê êdî derman ji berê erzantir in.

Alîgirên Biden dema ew diaxifî sloganên wek ‘’çar salên din’’ gotin.

Di mîtînga pêşî de Biden Pennsylvania ya Philadephia bijart.

Ev bajar di sala 2020an de navenda kempeyna hilbijartinê ku wê herêma di sala 2016’an de piştgirî dabû Donald Trump yê Komarî piştî çar salan piştgirî dabû Demokratan.

Çaverê ye Biden di rojên pêş de li California, Maryyland, Illinois û New Yorkê jî di kempeyna bexşan de bipeyîve.

Biden li Philadelpia navê hevrikên xwe yên Komarî negot, lê dîyar kir ku gelek Komarî dijî karên wî disekinin.

Anket raber dikin ku piştgirîya jibo Biden 40 ji sedê zêdetir e.

Li hêla Partîya Demokrat, Robert Kennedy Jr jî jibo hilbijartinên 2024’an berbijar e.

Hin anket raber dikin ku di nav Demokratan de piştgirîya jibo Kennedy 20 ji sedê ye.

Robert Kennedy Jr kurê Wezîrê berê yê Dadê Robert Kennedy ku di sala 1968an de hatibû kuştin.

Ew birazîyê Serokê berê John Kennedy ku wî jî bi kuştinkarîyê canê xwe ji dest dabû.

Jêder: AP, VOA