Serokê Amerîkî Joe Biden roja Pêncşemê di gotarekê de ji Koşka Sipî ragihand ku serkeftina Ukrayna û Îsraîlê di şerên niha diqewimin de jibo berjewendîya niştimanî ya Amerîka girîng e.
Biden got ku "Hemas û Rûsya du metirsîyên cuda ne, lê tişta hevbeş di navbera wan de ew e ku ew dixwazin welatekî demokrat yê cîran tune bikin."
Serokê Amerîkî piştgirîya xwe bo Ukrayna di şerê wê de ligel Rûsyayê û herwiha bo Îsraîlê di şerê wê de ligel Hemasê tekez kir. Wî bang li Kongresa welatê xwe kir ku demûdest paketa alîkarîyê jibo Ukrayna û Îsraîlê pesend bike.
Biden ev gotar rojekê piştî serdana xwe ya Îsraîlê pêşkêş kir. Di wê serdanê de serokê Amerîkî ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û karbidestên din yên Îsraîlê civîya û piştgirîya Amerîka bo Îsraîlê di şerê wê yê dijî Hemasê de dubar kir.
Ji Koşka Sipî, Biden got ku him Îsraîlî û him jî Filestînî hêjayî jiyaneke aştîyane û bi rûmet in. Wî da zanîn ku "Hemas nûnertîya gelê Filestînî nake û hewil dide ku Cihûyan tune bike."
Di 7'ê Cotmehê de koma mîlîtan ya Filestînî Hemas êrîşek bir ser başûrê Îsraîlê û di encamê de bi kêmî 1400 welatîyên Îsraîlê hatin kuştin. Wekî bersivdan, Îsraîlê dest bi êrîşeke berfireh ser Kerta Gazayê, bingeha Hemasê, kir.
Ji bilî bi sedan qurbanî, rêxistinên navnetewî dibêjin krîzeke mirovahî jiber vî şerî li Gazayê peyda bûye.
Serok Biden di gotara xwe de bal kişand ser wê yekê ku "pêvidîya xelkê Gazayê bi av û xwarin û dermanan heye." Wî got ku Amerîka hewil dide alîkarîya mirovahî bi rîya derîyê sînorî Refeh yê ligel Misirê derbazî Gazayê bibe.