Biden: Êrîşa Ser Nexweşxaneyê Wiha Dixuye ku ji Hêla Alîyê Din Hatiye Kirin

Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê li Îsraîlê got ku ew jiber kuştina bi sedan kesên li nexweşxaneyeke Gaza di xemgînîyeke kûr de ye û herwiha gelek bi hêrs e.

Biden got ku ew êrîş ne ji alîyê Îsraîlê ve, lê ji hêla alîyê din ve hatiye kirin.

"Bi qasî ez dibînim, ev êrîş ne ji alîyê Îsraîlê ve, lê ji hêla tîma din ve hatiye kirin. Lê gelek kes hene ku bawer nakin. Li pêşîya me gelek kar mane û divê em wan hemîyan çareser bikin.’’

Biden herwiha got ku li kelêka Îsraîlê ew û demokrasîyên din hene û çavê cîhanê li ser wan e ku ewê çi bikin.

Serok Biden demeke zûtir ya îro gotibû ku ewê hemî alîkarîyan bidin Îsraîle ku li hember Hamasê berevanîya xwe bike.

Biden herwiha gotibû ku Hamas bi kiryarên xwe nîşan da ku ew ji Dewleta Îslamî (DAIŞ) jî xirabtir e.