Biden û Netanyahu Pêşniyara Agirbestê û Bersiva Hamas'ê Gotûbêj Dikin

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu

Qesra Spî ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Pêncşemê di pêwendiyeke telefonî de, hewlên ji bo bidawîkirina rêkeftina agirbestê di navbera Îsraîl û Hamasê de û azadkirina dîlên di destê tevgera Fîlistînî de gotûbêj kirin.

Qesra Spî destnîşan kir ku Biden û Netanyahu bersiva herî dawî ya Hamasê jî gotûbêj kirine. Wî diyar kir ku wan pêşwazî li lidarxistina civînekê ya ku ji bo 15'ê Tîrmehê di navbera berpirsên payebilind yên ewlekariya neteweyî yên Amerîka û Îsraîlê de hatiye lidarxistin, pêşwazî kirine.

Biden pêşwazî li biryara Netanyahu kir ku rê bide danûstandinan ku bi navbeynkarên Amerîkî, Qeterî û Misrî re tên kirin da ku bigihin rêkeftinê.

Beriya wê jî Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku Netanyahu ji Biden re ragihandiye, ku Îsraîlê biryar daye şandekê bişîne cem Hamasê ji bo danûstandinên derbarê berdana dîlên Îsraîlî yên di dest wê rêxistina tundrê de.

Li aliyek din, Reutersê roja Pêncşemê ji zarê çavkaniyekî ji tîma danûstandinan ya Îsraîlî ragihand ku "derfetek rast" heye ku bi Hamasê re lihevkirinek derbarê azadkirina dîlan de çêbibe.

Çavkaniyê li ser pêşnûmeya rastvekirî ya ku Hamasê bi rêya navbeynkaran pêşkêşî hikûmeta Îsraîlê kiriye, got, "Pêşniyara ku ji hêla Hamasê ve hatî pêşkêş kirin pêşveçûnek pir girîng dihewîne."

Her wiha got, "Ew dikare beşdarî pêşdebirina gotûbêjan bibe. Lihevkirinek heye ku şansê wê yê rasteqîn heye. Her çend pêkanîn û şert ne ewqas hêsan bin jî, divê peyman têk neçe."

Rayedarekî din yê Îsraîlî raporteke berê piştrast kir û diyar kiribû serokê saziya îstixbarata Îsraîlê 'Mossad'ê dê serokatiya şanda Îsraîlî ya danûstandinan bike.

Şer li Gazayê dest pê kir dema ku Hamasê di 7'ê Cotmehê de êrîş bir ser başûrê Îsraîlê, ku dibêje 1200 kes di wê êrîşê de hatbûn kuştin ku piranî sivîl bûn û nêzîkî 250 dîl girtin.

Piştî êrîşa Hamasê artêşa Îsraîlê nêzî 9 meh in, operasyonan li herêm û taxên Gazayê li dij milîtanên Hamasê didomîne, herî zêde di wan şeran de sivîl dibin qurban ku heta niha bi 10 hezaran kes hatine kuştin.

Jêder: Reuters/AFP