Biden Dest bi Seradana Erebistana Saudî Kir

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Serokê Amerîka Joe Biden di hevdîtina bi Prensê Cîgir yê Saudî Mihemed bîn Salman re kulma xwe li destê wî daye.

Reutersê di ser kulmistê Biden re dîyar kir ku zimanê bedenê nîşan dide ku Amerîka dixwaze bi Erebistana Saudî re peywendîyan nû bike.

Îstixbarata Amerîkî ser kuştina nivîskarê Washington Postê Cemal Xaşiqcî dîyar kiribû Mihemed bîn Salman kuştin rastexwe pejirandiye.

Jiber rapora îstixbarata Amerîkî di peywendîyên Amerîka û Erebistana Saudî de girjî çêbûbûn.

Çaverê ye Biden û Mihemed bîn Salman ser mafên mirovan jî bipeyîvin.

Mihemed bîn Salman îdia dike ku di kuştina Xaşiqçî de tilîya wî tuneye.