Biden jibo Merasîma Cenazeya Şahjin Elizabeth li Londonê Ye

Serokê Amerîka Joe Biden û Xanima Yekê Jill Biden gihiştine Londonê da ku beşdarî merasîma cenazeya Şahjin Elizabeth bibin.

Biden, roja Şemiyê danê êvarî gihişt Londonê, û di nav bi sedan serokên cîhanê de ye ku li Brîtanyayê kom dibin da ku roja Duşemê beşdarî merasîma cenazeya şahjinê bibin.

Tê çaverê kirin ku Biden û hevjîna wî roja Yekşemê rêzên xwe pêşkêşî Elizabethê bikin li Salona Westminster, ku termê wê ji roja Çarşemê ve li vê derê ye.

Herwiha tê çaverê kirin ku endamên malbatên payebilindên Ewrupayê jî beşdarî karûbarên rêzgirtina Elizabethê bibin.

Şah Charles yê sêyem, kurê Elizabeth, roja Yekşemê jibo gelek payebilindên ku li paytexta Brîtanyayê kom bûne resepsiyoneka fermî ya dewletê li dar dixe.