Mîrata Biden di Sîyaseta Derve de

Eger çî hinek Demokratên nêzîkî Serok Joe Biden xetayê serkeftina Trump di helbijartinên serokatîyê de wêxin stoyê sîyasrtên Biden bi xwe, lê ew sîyaseta wî ya derve weka mîratek erênî u destket dibînin.

5 rojan berî dawîhatina serokatîya Biden, Îsraîl û Hamas li ser agirbestê û lêkguhertina dîlên şer rêk ketin.

Eger heta dawî rêketinê ser girt, Karê jibo rawestandina şerê Îsraîl-Hamasê û azadkirina dîlên şer wê wek mîratek erênî yê sîyaseta derve ya Biden were hejmartin.

Wezîrê Derve Antony Blinken di gotara xwe ya dawî de li navenwê Atlantic Council li Washington 14ê Rêbendanê - hefteya dawî ya seroktîya Biden, ronahî xist ser nêzîkbûna rêketina agirbestê.

Blinken got ku” gok di qada Hamasê de ye.”

“Ger Hamas bi benwên rêketinê qayîl bû, şerê Israel- Hamas wê were ragirtin, hêzên Îsraîlê wê werin vekişandin, dîlên şer wê vegerin, zîndanîyên Filîstînî wê werin azad kirin û alîkarîyên mirovahî wê bigehin Gazayê.”

Hêşta 6 welatîyên Amerîkî li cem Hamas girtî ne. Ew di nav sedan dîlên şer de ne ku Hamasê di êrîşa 7 Cotmeha 2023yê de li ser Îsraîlê girtibûn.

Li gora bendên agirbestê ger ser girt; 6 dîlên Amerîkî digel 33 yên Îsraîlî wê vegerin nav mal û kes û karên xwe hemberî azad kirina 100an Filîstînîyan ku Îsraîl ew bi tawanên terorê girtine.

Hinek jêderan gotîye ku çend ji dîlên Îsraîlê kuştîne, divê Hamas termên wan radest bike.

Gelek çavdêrên vî şerê alozê Rojhilata Navîn bawer dikin ku rêketin heta dawî wê ser bigire jiber gefa Donald Trump ku wê li 20 Rêbendanê vegerê Koşka Sipî jibo gereka dî ya 4 salên seroktîya Amerîka.

Trump di preskonfieansa di 7 Rêbendanê de li mala xwe li Mara-Lago Trump ew gef xwaribû.

“Ger heta roja ez bikevim desthilatê ew dîl ne vegerîbin, hemû dozex wê biteqê û ew ji Hamasê re baş nabe.”

Lê Biden mîrata xwe ya sîyasetên derve tenê bi alozîyên Rojhilata Navîn ve vebir nake. Wî di gotara xwe ya dawî de jibo karmendên wezareta derve wêneyekê firehtir nîşan da.

Biden got ku hevbendîya NATO yekbûyî û hêzdartir e. “Rûsya bi saya piştgîrîya Amerîka ji Kîev re nekarî Ukrayna bigire, Îran û tevahîya alîyên bi piştevanîya wê li Gaza, Lubnan û Sûrîyê lawaztir in, Çîn rastî pirsgirêkên cidî yên aborî û demografîk yên navxweyî dibe. “

Wek bersiv ji wê gotarê re, endama navdara Komîteya Peywendîyên Derve di Civata Senatoran de Senatora Demokrat Jeanne Shaheen daxuyanîyek weşand.

“Rêzgirtina herî mezin li mîrata Biden ew e ku li ser asta cîhanê nirxên me biminin bingeha pêşengîya me,” Shaheen got.