Biden Dibêje Rewşa Saxlemîya Wî Baş E

Serokê Amerîka Joe Biden, ku demeke zûtir hatibû ragihandin bi nexweşîya COVID ketiye, ragihand ku rewşa wî baş e.

Qesira Sipî îro Pêncşemê ragihand ku Biden wê nexweşîyê bi nîşaneyên sivik derbaz dike û ew di îzolasyonê de ye.

Doktorê Qesira Sipî Kevin O'Connor da zanîn ku Biden şeva borî rûbirûyê semptomên wek herikîna poz, bêhalî û kixika hişk bûye û ew niha bi dermana antiviral ya bi navê Paxlovid tê derman kirin.

Biden di peyaman vîdyoyî de ji bîragiştî re got ku ev di vê dema nexweşîyê de gelek kar bi cîh tine.

Biden, di wêneya de ku di hesabê xwe yê Twitterê de weşandiye, bi rûkenî xwane dibe ku di nava pêlgan de li ser maseyekê rûniştiye.

Hêjayî bîrxistinê ywe ku Serok Biden 79 salî ye û ew berê jî bi giştî hatibû vaksîn kirin.