Biden ji Hilcivîna Cede: Emê Bûşahiyek Weha Nehêlîn ku Çîn, Rûsya Yan jî Îran Tije Bike

Civîna bilind ya Serokê Amerîka bi Rêberên 6 welatên kendavê, herwiha Misr, Urdon û Îraqê re li Cede, 16 Tîrmehê 2022

Îro Şemiyê li bajarê Cede yê Erebistana Saûdî lûtkey "Cede ya Ewlekarî û Geşepêdanê" bi amadebûna serokê Amerîka Joe Biden pêkhat, ku rêberên 6 welatên Kendavê û zêdebarî Misr, Îraq û Urdonê beşdarin.

Di vekirina Hilcivîna Cede de, Welîehdê Saûdiyê Muhammad Bin Selman peyvek pêşkeş kir û hêviyên xwe anîn ziman ku dê têkiliyên baş "di navbera van welatan û Amerîka" da, bihên ava kirin.

Di axiftina xwe ya vekirina hilcivînê da, Muhammad Bin Selman daxwaz ji Îranê kir ku destê xwe nexe nava karûbarên welatên li herêmê.

Serokê Amerîka Joe Biden di Peyva xwe de ya ku di civîna bilind ya Cede de pêşkeş kirî tekez li ser wê yekê kir ku Amerîka dê ji herêmê dûr nekeve "Em dest ji -Rojhilata Navîn- bernadîn, û em bûşahiyek weha nahêlîn ku Çîn, Rûsya yan jî Îran bikare wê tije bike."

Herwiha Biden tekez kir ku ewê qet rê nedin Îran bibe xwedî çekê navokî. Biden soz dan ku sistema berevaniya esmanî li herêmê bihêz bikin û Sistema aghaiyên pêşwext û radaran dê pêş bêxin li herêmê da ku li hember her êrîşeke esmanî rawestin.

Biden dilxweşiya xwe li hember helwesta welatên li herêmê anî ziman ya derbarê agirbesta li Yemenê, wî got Agirbest kete di hefteya xwe ya 15an de û emê hewil bidin krîza heyî çareser bikin.

Biden got, gelek peymanên bazirganîya azad û weberhênanê li gel Erebistana Saûdî û Urdonê û welatên din hatine Îmze kirin û got "Armancên me gelekin, û dikar bicî werin û em kar dikîn jibo şêwazeke Rojhilatek Navîn yê Yekgirtî."

Biden bal kişand ser korîdor û tengavên avî yên li herêmê û tekez kir ku Amerîka dê rê nede hêzên derekî ku astengiyan li tengavên avî û beravan li herêmê çê bikin.

Şahê Urdonê, Şah Abdullayê Duyan ji aliyê xwe de tekez kir ku welatê wan rijde ku dê hevakrî û hevpariya rastîn li herêmê pêk were.

Serokê Misrê Abdulfetah Sîsî wî jî peyvek pêşkeş kir û bal kişand ser danîna sinorekî jibo şerên navxweyî, ceng û duberiyên li herêmê tên dom kirin. Sîsî tekez li ser pêdiviya jinûve darêtina qanûnan kir da ku ewlekariya avê li herêmê parastî be.

Vê jî bixwîne: Biden Dest bi Seradana Erebistana Saudî Kir