Biden li Brîtanya Serdana Sunak û Qral Charles Kir

Serokê Amerîka Joe Biden li Brîtanya bi serokwezîrwê wî welatî Rishni Sunak û Qral Charles re kom bû.

Biden di çend mehên dawî de cara 5’an e ku serdana Sunak dike.

Bi vê serdana dawî, Biden cara pêşî bi Sunak re li avahîya serokwezrîyê ya li Downing Streetê civî.

Sunan di hevdêtinê de dîyar kir ku domandina dîyaloga Amerîka û Brîtanya pir baş e.

Biden jî got ku peywendîya Amerîka û Brîtanya mîna zinaran saxlem e û dîyar kir ku hîn gelek tişt hene ku divê ew biaxifin.

Piştî serdana avahîya serokwezîrîyê, Biden jibo bi Qral Charles re bicive çû Keleha Windsorê.

Qral Charles li hewşa kelehû çû pêşwazîya Biden û jibo wî merasîme fermî li dar xist.

Çaverê ye Qral Charles û Biden ser mijarên wek guherîna îqlimê danûstandinê bikn.

Jêder: Reuters