Çaverê Ye Biden û Netanyahu Dawîya Tîrmehê Bicivin

Karbidestekî Qesira Sipî roja Sêşemê got ku çaverê ye Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dawîya Tîrmehê bicivin.

Li ber e ku civîna herdu rêberan dema Netanyahu jibo axaftina li Kongresa Amerîkî serdana Washingtonê bike, çêbe.

Netanyahu wê 24’ê Tîrmehê serdana Washingtonê bike û di rûniştina hevbeş ya her du civatên Kongresê de biaxive.

Nûçeya pêşî ya ser civîna Biden û Netanyahu, CNN’ê belav kir, tê de dîyar kir ku hûrgilîyên civîna çaverêkirî li Qesira Sipî hîn nehatine piştrast kirin.

Amerîka jiber şerê li Gaza hem bi çekan hem jî bi dîplomasîyê piştgirîyeke xurt daye Îsraîlê, lê Biden di hin rewşan de fikarên xwe yên ser helwesta Îsraîlê ragihandîye.

Biden carekê dîyar kir ku Îsraîl gava êrîşan dibe ser Gaza kesên li wir ji hev cihê nake, û carekê jî got ku mudaxaleya leşkerî ya Îsraîlê zêde tund e.

Piştî hin xebatkarên alîkarîyê hatibûn kuştin, Biden meha Nîsanê bi rêka telefonê ji Netanyahu re gotibû ku divê ew jibo berevanîya sîvîlan hin gavan biavêjin û dîyar kiribû ku ger ew gav neyên evêtin Washington dikare polîtîkaya xwe ya jibo Îsraîlê biguherîne.

Komarîyan ser vê helwesta Biden yê Demokrat bertek nîşan dan û dîyar kir ku divê ji Îsraîlê re pirtir alîkarî here.

Jiber şerê li Gaza heta niha bi deh hezaran kes hatine kuştin û krîza mirovahî jî roj bi roj mezintir dibe ku rexneyên navneteweyî yên ser piştgirîya Amerîka ya jibo Îsraîlê zêde dibin.

Şerê li Gaza piştî ku çekdarên bi rêbirîya Hamasê 7’ê Cotmehê li başûrê Îsraîlê li gor karbidestên wî welatî, 1200 kes kuştin û pirtir ji 250 dîl girtin gur bû.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha bi qasî 38,000 kes hatine kuştin û jiber êrîşan herêm bûye xirabe.

Jêder: Reuters