Biden Dibêje Peymana Amerîka û ASEAN ji bo Çareserkirina "Pirsgirêkên Herî Mezin ên Dema me" ye

Serokê Amerîka Joe Biden

Serokên hikûmetên Başûrê Rojhiltê Asya roja Şemiyê bi serokên serdaner yên cîhanê re kom bûn, di nav de jî serokê Amerîkî Joe Biden, ku pesna destpêkirina peymana nû ya Amerîka û ASEAN wekî gavek girîng ji bo çareserkirina "pirsgirêkên herî mezin ên dema me" da.

Di serdana xwe ya yekem de wekî serok ji bo Başûrê Rojhilatê Asyayê, Biden got ku herêm di dilê stratejiya rêveberiya wî ya Hindo-Pasîfîkê de ye û Waşinton pêgiriyên çavkaniyan, ne tenê gotaran, di bin Hevkariya Stratejîk a Berfireh de pêk tîne.

Biden di vekirina civînekê de li Kambodiyayê bi serokên Komeleya 10 endamên Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asya re, got, "Em ê bi hev re pirsgirêkên herî mezin ên dema xwe çareser bikin. Ji keşûhewa, heya ewlehiya tenduristiyê, û parastina li dijî metirsiya mezin a li ser desthilata yaseyê."

Wî got, "Em ê Hindo-Pasîfîkeke azad û vekirî, seqamgîr û dewlemend, û berxwedêr û ewled ava bikin."

ASEAN bi gelek serokan re mijûl dibe, di nav de jî Biden, Serokwezîrê Japonî Fumio Kishida, Serokwezîrê Australya Anthony Albanese û Serokê Korya Başûr Yoon Suk-yeol.

Kombûn yekem e ji rêzeke lûtkeyan li Başûrê Rojhilatê Asya di heft rojên pêş de ku tê çaverêkirin mijarên dijwar ên cîhanî, ji şerê li Ukrayna, keşûhewa, û aloziyên herêmî yên li ser Tengava Taywanê, Deryaya Çînê ya Başûr û avêtina mûşekên Korya Bakur gotûbêj bikin.

Beşdarbûna Biden tê di demekê de ku Amerîka hewl dide xwe ji nû ve piştrast bike piştî heyameke nediyariya herêmî di derbarê pabendbûna wê di dema serokatiya serokê Amerîkî yê berê Donald Trump de, û hewildanên hevrika Çînî ji bo bihêzkirina bandora xwe û dagirtina valahiyê.

Çavkanî: Reuters