Serokê Amerîkî Joe Biden roja Pêncşemê paketeke nû ya alîkarîya leşkerî bo Ukraynayê ragihand.
Di dema kombûnekê de ligel Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy, Biden ragihandina paketa bi qasî 225 milyon dolar kir. Ev ragihand di roja dawî de ya hilcivîna NATO li Washingtonê hate kirin.
Di nav paketa alîkarîyê de karînên nû cih digirin ku ewê alîkarîya Ukraynayê bikin êrîşên hêzên Rûsî rawestîne. Wekî mînak, baterîyên sîstema muşekan ya Patriot hene. Herwiha, sîstemên muşekên NASAMS û HIMARS û rextên topavêtinê yên 155 û 105 milîmeter jî hene.
Zelenskyy spasîya serokê Amerîkî kir û got ku Ukrayna pêdivî bi hinek “gavên bilez heye da ku sînordarkirinên ji ser leşkerên Ukraynî werin rakirin.” Mebesta serokê Ukraynî ew rêgirên ku Amerîka ser bikaranîna çekên xwe datîne.