Biden jiber Gurbûna Girjîya li Rojhilata Navîn Danûstandinên ser Ewlekarîyê Dike

Serokê Amerîka joe Biden roja Duşemê bi tîma ewlekarîya neteweyî û Melîkê Urdunê Abdulahê Duyê ser girjîya li Rojhilata Navîn axifî.

Ev danûstandinên Biden li vê demê rast tên ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje Îran yan jî wekîlên wê yên li herêmê êrîşan bibin ser welatê wan ewê bedelên giran bidin.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Îranê do Duşemê di preskonferansekê de got ku ew naxwazin girjîya li herêmê gur bikin, lê dîyar kir ku rêberê Hamasê Îsmaîl Hanîyeh hefteya borî li Tehrana paytexta wan hatiye kuştin û mafê wan heye ku ew cezayekî bidin Îsraîlê.

Îranê dîyar kir ku berpirsa kuştina Hanîyeh, Îsraîl e ku çend saetan berî wê kuştinê li Beyrutê fermanderekî payabilind yê Hizbulah ya bi piştgirîya Tehanrê bi êrîşeke esmanî ya Îsraîlê hat kuştin.

Netanyahu roja Yekşemê got ku Îran û wekîlên wê dixwazin Îsraîlê bi terorîzmê dorpêç bikin.

‘’Li enîyên nêz û dûr û li her qadê em hazir in ku li hember wan bisekinin. Kî bixwaze ku zararê bide me ewê bedelên pir giran bide.’’

Piştî Abdulah bi Biden re axifî Balyozxanea Washingtonê ya li Urdunê ragihand ku Melîk gotiye jibo kêmkirina girjîya li herêmê û tedbîrên jibo çênebûne şerekî herêmî divê aramîyeke berfireh çêbe.

Qesira Sipî jî dîyar kir ku Biden gotiye ku Amerîka jibo aştî û ewlekarîya herêmî piştgirîya jibo hevbenda xwe Urdunê piştrast dike.

Tirkîye û Japonya do Duşemê bang li hemwelatîyan xwe kir ku ji Lubnanê derkevin û Amerîka, Fransa, Kanada, Brîtanya û Urdunê ser ser metirsîya li herêmê hişyarî dan.

Wezîrê Derve yê Urdunê Ayman Safadi roja Yekşemê li Îranê bû û wî ji wir banga kêmkirina girjîyê û çêkirina jîyana bi aştî, ewlekarî û îstiqrar kir.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin roja Yekşemê bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re peyivî.

Austin ji Gallan re dîyar kir ku Amerîka li hember gefên Îranê û wekîlên wê yên li herêmê piştgirîyeke xurt dide ewlekarî û mafê rêwa yê berevanîyê yê Îsraîlê.

Pengtagonê roja Înê ragihandibû ku Amerîka komeke gemîyeke cengê û hin firokên din dişîne herêmê.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken roja Yekşemê bi wezîrên derve yên G7 re ser kêmkirina girjîya li Rojhilata Navîn axifî.

Berdevkekî Wezareta Derve dîyar kir ku Blinken û hevtayên wî ji hev re piştrast kirine ku ewlekarîya Îsraîlê jibo wan girîng e û wan bo aramîya herêmê bang li hemî alîyan kiriye.

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê dîyar kir ku jiber ku Hizbulah di êrîşên dersînor de dronan bi kar tîne wê li başûrê Lubnanê êrîşeke esmanî li dar xistiye.

Hizbulahê jî dîyar kir ku wê dron jibo êrîşan bibe ser bingeheke leşkerî ya Îsraîlê xebitandine.

Îsraîlê ser êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê, ku di encamê de 1200 kes hatibûn kuştin û 250 kes jî dîl hatibûn girtin, soza pûçkirina Hamasê da.

Wezareta Saxlemî ya Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de heta niha jin û zarok jî di nav de bi kêmî ve 39,600 kes hatine kuştin.

Karbidestên Îsraîlî dîyar dikin ku di nav wan kuştîyan de bi hezaran çekdarên Hamasê hene.