Biden di Salvegera Revandina Rojnamevan Tice de Daxwaza Berdana Wî Dike

Biden li pêş wêneya Austin Tice (27/04/2024, Washington)

Serokê Amerîka Joe Biden, di salvegera 12’an ya revandina rojnamevanê Amerîkî Austin Tice de îro Çarşemê banga berdana demûdest kir.

‘’Jibo em Austin dawîya dawî bînin mala wî û jibo bi me re hevkarîyê bike me çend caran givaştin li hikûmeta Sûrîyê kir. Ez niha careke din banga berdana Tice dikim," Biden got.

Tice, ku deryavanekî berê yê Amerîka bû, wek rojnamevanekî serbixwe dixebitî û ew di Tebaxa 2012’an li Sûrîyê hatibû revandin.

Biden di meha Gulanê de, di Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê de jî Tice bi bîr xistibû û gotibû ku ew hîn jî li Sûrîyê girtî ye.