Netanyahu: Erdogan Sûrîyan û Kurdan Qir Dike û bi Hezaran Hemwelatî Dixe Zindanan

Bîlbordên Enqerê nîşan didin ku Erdogan çawa Netanyahu neçar kiriye ku lêborîna xwe bide (Adar 25, 2013)

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro Sêşemê bi tundî bersîva Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan da û ew bi qirkirina Sûrîyan û Kurdan tawanbar kir.

Erdogan Sûrîyan û Kurdan qir dike û bi hezaran hemwelatîyên xwe dixe zindanan. Ger Erdoganê “demokrat” êrîşî vê qanûnê dike, serketina herî mezin ya wê zagonê ye.”

Erdogan pêr qanûna nû ya Îsraîlê rexne kiribû û Îsraîl jî wek dewleteke faşîst bi nav kirûbû.

“Qanûna nû ya Îsraîlê, ku radigihîne tenê Cîhû xwedîyê dîyarkirina mafê çarenivîsa xwe ne, zordarî rêwa dike û nîşan dide ku Îsraîl dewleteke faşîst û reysîst (nîjadperest) e”.

Netanyahu bi berdewamî got ku Tirkîye di bin desthilata Erdogan de dibe dîktatorîyeke tarî, lê Îsraîl mafên wekkhev dide hemî hemwelatîyên xwe.