DAIŞ'ê Peyama Vîdyoyî ya Bexdadî Weşand

Tora Furqan ya rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Duşemê vîdyoyek weşand û ragihand ku ew peyama nû ya rêberê wê Ebûbekir Bexdadî ye.

Di vîdyoyê de Bexdadî dibêje ku ewê tola kuştin û zindankirina çekdarên wan hilînin.

Di vîdyoya 18 deqeyî de Bexdadî bi rihê dirêj xura dibe û jimareke alîkarên wî jî li kelêka wî rûniştî ne û li wî guhdar dikin.

Nivîsên ser vîdyoyê nîşan dide ku ew di demeke zûtir ya Nîsanê hatiye tomar kirin, lê heta niha rastbûna wê ji alîyê jêderên serbixwe ve nehatiye piştrast kirin.