Xwpêşandan li Bexda di Salvegera Êrîşa Amerîka Ya Kuştina Qasim Silêmanî de

Xwepêşandan li Bexda li dij Amerîka di salvegera kuştina Silêmanî û El Muhendis de

1ê Çile, bi hezaran alîgirên hevpeymaniya Îraqî ya komên çekdar îro Şemiyê salvegera duyemîn ya êrîşa Amerîka ya bi firokeya bê firokevan (dron) li sala 2020ê ku tê de fermandarekî mezin yê Îranî û serleşkerê wî yê Îraqî hatin kuştin, li bîr anî.

Bi dirûşmeya "Mirin bo Amerîka" xwepêşanderên nerazî yên alîgirên Heşdî el-Şaabî meydana Bexdayê qêriyan û girseyeke mezin ya xelkî ji bo rêzgirtin ji Generalê Îranî Qasim Silêmanî re, ku serokatiya Hêza Qudsê dikir, ku derbirînê ji baskê operasyonên derve yên Pasdarên Şoreşa Îranê dike, heta mirina wî di 3ê Çileya 2020an wî lîderiya wê hêzê dikir.

Êrîşa dronê ya bi şev li nêzî balafirgeha Bexdayê pêkhatî, pêlên matmayînê li seranserê herêmê belav kirbûn û tirsa ku bi dehan salan dijminatiya mezin di navbera Washington û hêza Şîa mezheban de li herêmê û bi Tehranê re dê di rewşeke rûbirûbûna leşkerî de dom bike.

Di yek ji diûşmeyên xwepêşandanên aligirên Heşda Şaabî de ku niha tevlî hêzên ewlekariya Îraqê hatine kirin hatibû nivîsandin "Divê terorîzma Amerîkî bi dawî bibe."

Êrîşa li dijî Qasim Silêmanî, endaziyarê stratejiya leşkerî ya Rojhilata Navîn ya Îranê, bi fermana serokê wê demê yê Amerîka Donald Trump hatibû kirin û di encamê de Silêmanî û cîgirê serokê Heşda Şaabî Ebû Mehdî El Muhendis jî hatbûn kuştin.

Peyamnêrê ajansa nûçeyan ya Fransî (AFP) got, Alîgirên Heşdê, bi zarokên xwe re, li meydaneke li navenda Bexdayê meşiyan, ku ji trafîkê re girtî bû,.

Hinekan alayên spî yên mezin ku bi silogan û dirûşmên Heşdê, û herwiha ala niştimanî ya Iraqê hatibûn xemilandin, vekirin, û hinekan jî wêneyên Silêmanî û Muhendis hildabûn.

Piştî ku xwepêşandan nerazî li Îraqê pêkhat, Wezareta derve ya Amerîka di ragihandinek de zelal kir û got "Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El Muhendis, berpirs bûn ji kuştina xwepêşanderên Îraqê yên ku bi aştiyane dijî gendelî û destêwerdana Îranê di karûbarên Îraqê de encam didan. Ji ber wê yekê xelkê ji rêzê yê Îraqê taziyê encam nadin û xweşhaliya xwe diyar dikin."