Berdevkê Wezareta Darayî: Şandeke Bilind a Hikûmeta Herêmê Ser Kêşeya Mûçeyan Serdana Bexda Dike

IRAQ-CURRENCY

Peyvdarê Wezareta Darayî ya Hikûmeta herêma Kurdistanê ragihand ku şandeke bilind a hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sibe li Bexdayê ligel Wezareta Darayî ya Iraqê bicive û derbarê mûçeyên sê mehên dawî yên îsal û sererastkirina bûdceya sala 2025'an gotûbêjan bike.

Peyvdar dide zanîn ku "Hemû hewldan bo dabeşkirina mûçeyên sê mehên destpêkê yên îsal tên kirin."

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Huner Cemal ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku, "şanda payebilind bi serokatiya Wezîrê Darayî yê Herêmê dê sibê roja Yekşemê serdana Bexdayê bike û ligel Wezîr û karbidestên Wezareta Darayî ya Iraqê bicive. Başe ku gelek pirsgirêk hatine çareserkirin tenê proseya pere danê maye."

"Biryara dayîna pereyan heta roja pêncşemê jî zelal nebibû ku ji aliyê wezareta Bexda bixe ser hesaba hejmara wezareta darayî ya Herêmê, lê em hêvîdar in şanda ku dê sibê serdana Bexda bike, kêşeya nedana sê mûçeyên meha 11 û 12an ya îsal çareser bike," peyvdar got.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane ji bo dabeşkirina mûçeyan pêwîstî bi zêdetirî 990 milyar dînar heye û hikûmeta Iraqê jî 761 milyar dînar ji bo mûçeyên meha Cotmehê şandiye, ji ber kêm pereyî hikûmeta herêmê heta niha mûçeyê meha 10an neday, ev bûn 73 roj ku mûçexûrên herêma Kurdistanê mûçeyên xwe wernegirtine.


Peyvdar dibêje, Wezareta Darayî ya Iraqê razî bû 430 milyar dînarên din bişîne Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina kêmasiyê, lê heta roja pêncşemê ew pere ji Herêma Kurdistanê re nehatine şandin, ji ber wê jî pêşbînî tê kirin di destpêka vê hefteyê de ew pere bigihe ser hesabê wezareta darayî ya Herêma Kurdistanê.

Nedana mûçeyan bandor li karmend û mûçexûran kirîye û ji ber wê jî gelek saziyên li sînorê zona kesk çûna ser kar boykot kirine û hin dibistan jî hatine girtin.

Huner Cemal dibêje, "zêdebarî hewlên ji bo çareserkirina mûçeyên sê mehên dawî yên îsal, biryar e tîmên teknîkî yên wezareta me bi tîmên teknîkî yên Wezareta Darayî ya Iraqê re bicivin da ku ji bo guhertinên di qanûna bûdceya sala 2025an de amade bin, da ku ew pirsgirêkên di sala 2024an de hatine pêş di sala nû ya 2025an de dubare nebin."