Almanya Hişyariya 'Metirsiya Sîxuriyê' ji Hêla Xwendekarên Çînê ve Radigihîne

Germany's Science Minister Bettina Stark-Watzinger, left, arrives for a news conference to present the government's new strategy for supporting research into nuclear fusion, in Berlin, Germany.

Wezîra perwerdehiyê yê Almanya Bettina Stark-Watzinger di roja Şemiyê de daxwaz kir ku pêdaçûn di sîstema veguhezîna xwendekaran bi Çinê re bibe, ji ber sedema zêdebûna metirsiya sîxuriya zanistî ya ku ji hêla xwendekarên Çinî ve têne kirin.

Wê di hevpeyvîna xwe de ya roja Şemiyê bi rojnama Mediengruppe Bayern re got, "Çîn her ku diçe pêşbaztir dibe û di warê zanist û lêkolînê de hevrikek serekî ye."

Her wiha jî wê ronî û pesin da biryara Zanîngeha Friedrich-Alexander (FAU) ya li Bavyera, ku bi rêkûpêk bi pîşesaziya Alman re di projeyên lêkolînê de hevkariyê dike, ku êdî xwendekarên çînî yên ku ji hêla hikûmeta çînî ve tên şandin û xerciya wan ya diravê didin nema qebûl bikin .

Li gorî raporên vê dawiyê yên ku di Deutsche Welle û platforma lêpirsînê ya Correctiv de hatine weşandin, wergirên van bursan divê sonda dilsoziya bi dewleta Çînî re îmze bikin.

Di nîvê Tîrmehê de, Almanya rêbaza xwe li hember Çînê asêtir kir, ku belgeyek stratîjîk ji 64-rûpelî wekî bersivek li hember Çînê "Ya hişkitr" weşand, ku Bêjîng bi wê pirr hêrs û ne razî bû.

Çînê li ser vê guhertinê got ku ev rêbaza nû dê "rmetirsiyên ji hêla mirovan zêdetir bike" û "parçebûnê" jî li cîhanê zêde bike.