Beştaş: DEM Partî li Stenbolê Stratejîya Serketinê Dimeşîne

Berbijara Bajarvanîya Stenbolê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Meral Daniş Beştaş îro got ku ew jibo serketinê xebatên xwe yên li bajêr dimeşînin.

Beştaş got ku wan di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de piştgirî daye berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu, lê ew êdî jibo serketina partîya xwe tevdigerin.

‘’Di vê hilbijartinê de em ne bi hinekan didin qezenc kirin ne jî didin hinda kirin. Stratejîya me jibo serketina me ye.’’

Beştaş dîyar kir ku kompanîyên anketan hema bêje her roj ser dengên wan yên li Stenbolê rêjeyan radigihînin, lê wan bi xwe ti anket çênekiriye û hewcedarîya wan bi vê yekê tuneye.

Parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Galîp Ensarîoglu di rojên borî de gotibû ku her çiqas Beştaş bûye berbijar jî li Stenbolê hevkarîya CHP û DEM Partî heye.

Beştaş li ser pirseke derbarê îdiayên Ensarîoglu got ku ew guh nadin gotinên wî û armanca DEM Partî jibo welêt û hewmelatîyan pêkanîna aştîyê ye.

CHP û DEM Partî jibo hevkarîyê danûstandin kirin, lê hevkarîya her du partîyan bi tenê jibo bajarvanîyên Mersîn, Manîsa û Esenyurt ya Stenbolê hatibû ragihandin.

Jêder:Ajansa Mezopotamya