Meral Daniş Beştaş Dibêje Ewê Hîn Demeke Din li Nexweşxaneyê Bimîne

(arşîv)

Cîgira Serokê Koma Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ser rewişa saxlemîya xwe ji Twitterê daxuyanîyek weşand.

Beştaş dîyar kir ku ewê dermankirina xwe li nexweşxaneyê bidomîne.

Wê ragihand jibo wê gelek peyam hatine, lê wê jiber nexweşîyê nekarîye li wan vegere û spasîya dostan û alîgirên HDP’ê kir.

Di 13’ê Nîsanê de, Beştaş li Erziromê, ku jibo xebatên hilbijartinê li wir çûbûyê, qeza kiribû.

Ew û du kesên din yên di otomobîlê de birîndar bûbûn.

Meral Daniş Beştaş bo hilbijartinên 14’ê Gulanê berbijara parlamanterîyê ya Partîya Çep ya Kesk e.