Bertekên Dijî Zindankirina 6 Rojnamevanan li Tirkîyê

Di rojên borî û di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê ve hate meşandin ve, li Stenbol, Wan û Mêrdînê 6 rojnamevanên Kurd hatin binçavkirin. Rojnamevan; Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Reyhan Hacioglu ji ber edamtîya “rêxistina terorê” hatin girtin.

Perêzerê rojnamevanan Şukru Alpsoy ji Dengê Amerîka re got ku dozger îfadeya ronamegeran negirtîye û ew sewqî edlîyeyê kirine û di derheqê wan de jî biryara girtinê hatîye dayîn.

“Di biryara girtinê ya ji bo 6 rojnamevan û yek wekîl de, daxwaza girtinê bi rasterast kopîkirina nameya daxwaznameyê pêk hatîye. Çalakîyên rojnamevanîyê û bernameyên ku ji alîyê rojnamevanan ve hatine lidarxistin, weke çalakîyên rêxistinî hatin nîşandan. Ev çalakîyên ku di çarçoveya rêxistinî de hatine nirxandin, bûne sedema girtinê. Her wiha ji bo endamtîya rêxistinê jî xebatên rojnamevanîyê weke sûc hatine binavkirin,” Alpsoy got.

Li gor çavdêrîya rêxistinên medyayî tê ragihandin ku li Tirkîyê di sala 2024 ‘an de zêdetirî 400 rojnemavan hatine darizandin û li ser gelek kesan jî lêpirsîn hatîye vekirin.

Li Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê di meha borî de ji hêla êrîşên Tirkîyê ve du rojnamevanên Kurd hatibûn kuştin. Piştî wê, li Tirkîyê di protestoyên ku hatin kirin de 7 rojnamevan hatibûn girtin û li hin deveran jî rojnamevan hatibûn binçavkirin. Tê ragihandin ku di nav du mehên dawî de heta niha 24 rojnamevan hatine zindankirin.

Çewsandinên li ser rojnamevanan her ku diçe zêde dibe. Rojnamevan Dîren Yurtsever ku ew jî di sala borî de hatibû zindandirin û piştî 6 mehan hatibû berdan.

Yurtsever dibêje ku desthilatî dixwaze ku pêşî li xebatên rojnamevanan bigire.

“Em bi sûcên weke ‘endamtîya rêxistina terorê’, ‘propogandaya rêxistinê’ an ‘fînansekirinê’ re rû bi rû dimînin. Lê dema em li mijara endamtîya rêxistinê û dosyayên rojnamevanan dinêrin, em dibînin ku hincetên sûcdarkirinê bi piranî nûçeyên ragihadinê ne. Em rojnamevan têne girtin, piştî mehan têne berdan û di dozên ku hatine vekirin de, beraet dibin û ew ji me diçe. Dikarim bêjim ku neheqîyeke mezin li ser rojnamevanan heye û xeterîyeke cidî li ser qanûn û azadîya derbirînê xwe dîyar dike.”

Hevseroka Komela Rojnamevanan ya Dîcle û Firat’ê (DFGD) Dîcle Muftuoglu dibêje ku roj tuneye li Tirkîyê rojnamevan rastî çewsandinan û binçavkirinan neyên.

“Em ji berê ve dizanin ku sedama wan binçavkirinên li dijî hevalên me, karê wan e. Di rewşa heyî de, ji bo astengkirina çalakîyên rojnamevanîyê, ji dadgehê re rê hatîye vekirin. Endamên dadgehê an jî ti hêzek nikare mudaxeleyê mijarên ku rojnamevan di bernameya xwe de behs dike, nûçeyên ku çê dike an jî pirsgirêkên ku di medyaya civakî de dixebitîne bike. Lê îro em dibînin ku ew mudexeleyî van hemûyan dibin. Ev yek ji destwerdana rasterast e li ser azadîya ramanê û çapemenîyê,” Muftuoglu got.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku, li gor raporta Rojnamevanên Bê Sînor (RSF), Tirkîyê di Rêjeya Azadîya Rojnamevanan a Cîhanê de di rêza 158’an de ye, û êrîşên li ser rojnamevanan jî, her sal bêtir zêde dibin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_01_21_2025_6_Rojnamevan