Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ragihand ku berbijara wê ya bo seroktîya parlamentoyê Meral Daniş Beştaş e.
Xanim Beştaş ji Sêrtê hatibû hilbijartin.
Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) Bînalî Yildirim, ku berê serokwezîrê Tirkîyê bû, bo berbijarîya parlamentoyê raber kir.
Partîya Gel ya Komarî (CHP) Erdogan Toprak û Îyî Partî jî Hayrettîn Nuhoglu kir berbijar.
Partîya Tevgera Neteweperest (MHP), ku ti berbijarê wê tune, dabû zanîn ku ewê piştgirîyê bidin berbijarê AKP’ê.