Berbijara Dadgeha Qanûna Bingehîn Pirsan Dibersîvîne

Dadger Ketanji Brown Jakcson, ku Serok Joe Biden bo Dadgeha Qanûna Bingehîn kiriye berbijar û berbijara pêşî ya jin ya reş e, di çarçoveya pejirandina Kongresê de, pirsên senatoran dibersîvîne.

Ketanji di roja yekê de guh da ser axaftinên destpêkê yên endamên Komîteya Dadê ya Civata Senatoran û di axaftina xwe de bal kişand ser bawerî, welatperwerî û dadmendîyê.

Xanim Ketanji, ku piştî dadgerîya heşt salan ya bo herêma federal par wek dadgera pêdaçûnê dest bi kar kiribû, dîyar kir ku dê û bavê wê dema nijadperestîyê li başûrê Amerîka mezin bûne û wan ji wê re gotiye ku ger ew bixebite ew li welêt dikare bibe her tişt û her karî bike.

Serok Biden, di kempeyna hilbijartinê ya sala 2020an de gotibû ku ewê bo Dadgeha Bingehîn jineke reş erkdar bike û meha borî piştî dadgerê lîberal Stephen Breyer dabû zanîn ku ewê karkenar bibe, Jackson bo dadgehê kiribû berbijar.

Komîteya Dadê ya Civata Senatoran dê du rojan ser jimareke mijaran ji Jackson pirsan bipirse.

Di roja çaran de, pisporên serbixwe dê fikrên xwe bibêjin.

Endamên Partîya Demokrat yên Komîteya Dadê ya Civata Senatoran balê dikişînin ser girîngîya berbijarîya Jakson û pesna karên wê yên berê didin.

Hin Komarî jî bi pesn behsa karên Jackson dikin, lê hin ji wan dibêjin ku peywendîyên wê bi çepgiran re heye û didin zanîn ku ew li hember sûcdaran ‘’bi awayekî nerm’’ tevdigere.

Ger Jackson were pejirandin ew dê bibe dadgera 116an ya Dadgeha Bingehîn.

Jackson dê herwiha bibe endama şeşan ya jin û endama duduyan ya reş.

Bi pejirandina Jackson dê Dadgeha Bingehîn ya Amerîka de cara pêşî çar jin û du reş kar bikin.

Bijartina Jackson dê di teşeya îdeolojîk ya dadgehê de ti guherînê çêneke.

Jiber erkdarkirinên Serokê berê Donald Trump, li hember 3’yan bi 6 endaman piranî di destê konservatîfan de ye.