Belçîka Dibêje Ewê Hin Alîkarîyên Din yên Leşkerî Bide Ukrayna

Belçîka îro Înê bo Ukrayna paketeke nû ya alîkarîyê ragihand ku di nav de dirav, muşek, mîtralyoz û maşîneyên zirxîn jî hene.

Wezîrê Berevanî yê Belçîka Ludivine Dedonder dîyar kir ku ew niha nikarin tankan bidin Ukrayna.

Dedondar got ku wan di paketa alîkarîyê de giranîya daye ser muşekên firokşikên, tankşikên, bombe û kelûpelên din yên leşkerî.

Almanya roja Çarşemê ragihandibû ku ewê ji Ukrayna re tankan bişîne û rê bide hevbendan ku stokên xwe ji Kîevê re vekin.

Çaverê ye Amerîka, Brîtanya, Polonya jî ji Ukrayna re tankan bişînin.

Jêder: AFP