Karbidestên Yunanî ragihand ku di encama binavbûna belemeke penaberan ku ji Tirkîyê bi rê ketibû de, 3 keç û jinek li nêzî girava Chios (Seqiz) ya wî welatî hatine kuştin.
Karbidestan da zanîn ku 22 kesên din hatine rizgar kirin ku 7 ji wan jin û zarok û 14 jî zilam in û herî kem 1 kes jî hinda ye.
Karbidestên Yunanî bal kişand ku li belemê hejmareke mezin ya rêwî hebûn û hewayê xirab jî bû sedem ku belem bişikê û binav bibe.
Karbidestan herwiha dîyar kir ku li ser penaberan elekên canrizgar tunebûn.
Wezîrê Koçberî yê Yunanî Notis Mitarachi got ku zarokên mirî di navbera 3 û 14 salî ne. Wî Tirkîye tawanbar kir ku paymana 2016an bi cîh nayîne.