Xwepêşandanên li Dij Lukashenko Dom Dikin Û Hejmara Girtiyan Zêde Dibe

Di xwepêşandanên Yekşemê yên Belarûsê de li gor grûpa mafan ya bi navê (Bihara 96)ê ye, 135 kes ji aliyê polîsan ve hatine giritn, di protestoyên hefteyî de ku daxwaza nemana li ser desthilatê ya serokê welat Alexander Lukashenko dikin.

Belarûsa ku şêniyên wê 9.5 mîlyon kes in û Rûsya wê weke dîwarê ewlekariya xwe yê li hember NATO dibîne, ji encama hilbijarinên 9ê Tebaxê heta niha jiber xwepêşandanên li dij Lukashenko ew welat têk diheje, dijberên serok Lukashenko dibêjin sextekarî di encamên hilbijartinan de hatine kirin.

Li gorî ajnasa nûçeyan ya navxweyî Nasha Niva zêdetirî 120 xwepêşandan Yekşemê li Minsk ya paytext û bajarên din qewimîne.

Polîs di derketina her xwepêşandanekê de hejmarek kesên nerazî digire. Li gorî çavkaniyên opozisyonê ji dema destpêkirina xwepêşandan li Tebaxa borî heta niha zêdetirî 30,000 kes hatine girtin.

Yekşemê weke hemû rojên dawiya hefteyê li taxên derveyî navenda bajarê Minsk û cihên cûda grûpên nerazî derketine ku alayên sor hilgitine ku xêzeke sor di nîva de ye ew nîşanda xwepêşandanên nerazî ye û bi dirûşma "Buijî Belarûs" ya meşên protestoyî dom dikin.

Lukashenko 26 sale li ser desthilatê ye, Yekîtiya Ewrupa jiber ku hat îdîa kirin ku di hilbijartinên Tebaxê de sextekarî hatine kirin qedexeya sefer kirinê daniye ser nêzî 50 berpirsên hikûmeta Belarûsî.