Li Minsk Hezaran Kes Lukashenko Protesto Dikin Û Sedan Tên Binçav Kirin

Xwepêşandanên Belarûsya

Roja Yekşemê hezaran kes li bajarê Minsk paytexta Belarûsê û cihên din daketin kolanan û daxwaza îstîfa kirina serokê welat Alexander Lukashenko kirin. Polîsan zêdetirî 300 binçav kirin.

Belarûsya ku hejmara welatiyên wê 9.5 milyon kesin, Rûsya wê weke dîwarê ewlekariya xwe li hember NATO dibîne, bi xwepêşandên nerazî têk hijyaye, ji dema hilbijartinên serokatiyê li 9ê Tebaxa borî ku Lukashenko weke serkeftiyê hilbijartinan hatbû ragihandin, lê hevrikên wî dibêjin sextekarî di hilbijartinan de hatine kirin û dixwazin Lukashenko li ser desthilatê nemîne.

Xwepêşander li taxên dûr yên xwecihî derketine derve û siloganên "Bijî Belarûsiya" dibêjin û alayên Spî ku xêzek Sor di nîvê de ye, bilind dikin ku weke sembola xwepêşandanên nerazî tê dîtin.

Xwepêşander Alisa, ya 21 salî got "Ev proteste dê bi encam bin, jiber ku ne mumkine, desthilatdarî dom bike eger ku raya piraniya xelkê neyê qebûl kirin, ji xwepêşandan diyar dibe ku em piranî ne." Alisa dibêje.

Lukashenko, yê ku ev 26 sal in, li ser desthilatê ye dibêje, protesto bi alîkariya welatên rojava pêk tên, hêjî hindik jî xweya nake ku ew bo diyaloga li gel opozisyonê made ye.

Di mediya civakî de dîmenên hatine belav kirin nîşan didin ku erebeyên leşkerî û topên avreşîn li cadeyên Minsk hatine belav kirin, herwiha zilamên bi cilên fermî û bi kolav hatine dîtin.

Tenê li Minsk polîsan zêdetirî 300 kes binçav kirîne û li gor Ajansa TASS ya Rûsî gotiye ku wezîrê navxwe yê Belarûsê kesên girtî bi "Binpê kirina yasayên xwepêşandanê" tawanbar kirine.

Serokê Rûsya Vladimir Putin daxwaza bilez ya danûstandinên di navbera hêzên siyasî yên Belarûsê de û çareser kirina pirsgirêkan kirîye.

Herwiha Putin gotiye, komara Soveyta - berê hevpemana bihêz ya Moskow ye, ew rastî maytêkirinên bihêz yên derve tê.

Rûsya piştgîriyek bihêz dide Lukashenko ku li ser desthilatê bimîne, û Moskow qet zimanê xwe ne guhartiye ku givaştinê bixe ser desthilata heyî da ku dest bi veguhastina desthilatê bike.