Rêbera rikeberîya Belarûsê Svetlana Tikhanovskaya îro Sêşemê got ku bi peyameke bê nav ji wê re gotine ku hevjînê wê Sergei Tikhanovsky li girtîgehê miriye.
Svetlena Tikhanovskaya got ku ji Adarê vir ve ti agahî ji Sergei Tikhanovsky tunebû.
‘’Îro peyameke pir balkêş û tijî xof ji min re hat. Yekî nenas ji min re dîyar kir ku mêrê min li Girtîgeha Zhodino miriye. Heta niha di destê min de ti delîl tuneye û ez nizanimvê peyamê çawa şîrove bikim."
Tikhanovskaya dîyar kir ku herî dawî di 9’ê Adarê de wan ji wî agahî sitandiye.
Belarûs dewleteke otorîter e ku serokomarê wê Aleksander Lukashenko di desthilata xwe ua 30 salan de ser dengên rikeber û medyaya serbixwe givaştinan çêdike.
Viasna, ku li Belarûsê rêxistineke mafên mirovan e, dide zanîn ku li welêt pirtir ji 1500 girtîyên sîyasî hene.
Tikhanovskaya, di sala 2020’an de hewil dabû ku dijî Lukashenko bibe berbijara serokomarîyê, lê ew berî dengdanê hatibû girtin.
Jêder: AFP