Belarûsê 6 Sal Ceza Da Rojnamevanek Naskirî

Belarûsê doh Çarşemê 6 sal cezayê girtîgehê da rojnamevanekî naskirî yê welêt.

Pavel Mazheika yê 45 salî yê li Grodno ya li rojavayê welêt dijî li dadgehê jiber nûçeyên derbarê rikeberiya siyasî û bi tawana "dest hebûna di çalakiya tundrê" de hate ceza kirin.

Mazheik jiber karên li Belsat TV’yê jî hat tawanbar kirin ku ew kanal ji Polonya ya cîrana Belarûsê bi Belarûsî weşanê dike.

Karbidestên Belarûsê derbarê Belsat TV’yê dibêjin alîgirê kiryarên tundrê ye.
Mazheika li Belarusê kesayetek navdar e. Di sala 2002 de, ew bi du sal zîndanê ji ber "îftîraya li dijî serok" hat mehkûm kirin, berî ku di sala 2006 de bibe sekreterê rojnamegerî yê berbijariya Alyaksandr Milinkevich bo serokomariyê.

Li aliyek din parêzer Yuliya Yurhilevich jî şeş sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, piştî ku ew hat tawanabr kirin ku wê pêzanîn li ser girtiyên siyasî yên Belarusê dane Mazheika, taybetî jî, dana pêzanînan li ser hunermendê rikeber Ales Pushkin ku di destpêka vê mehê de li zindaneke Belarusî jiyan xwe ji dest da.

Mazheika di dema dadgehê de got, "Ev ne dadgehe, lê ev şanoyeke têkçûyî ye, çawan dibe rojnamevan û parêzerek ji ber belavkirina agahiyan têne dadgeh kirin."

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) dide zanîn ku Belarûs, Tirkîye, Îran, Çîn, û Myanmar ew dewletên li rêzên pêş in ku rojnamevanan dixin zîndan.

Jêder: AFP, VOA, AP