Rûniştina 3’yan ya doza ser kuştina 61 penaberan li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê pêk hat.
Di dozê de 1 girtî, 10 negirtî û 1 jî hinda, 12 bersuc bi bûyera di 27’ê Hezîrana 2020’an de tên darizandin ku di encama binavbûna belema li Behra Wanê 2 ji wan zarok 61 penaber jîyanên xwe ji dest dabûn.
Dozgerî bersucan, bi îdiaya “awayek giran qaçaxçîtî ya penaberan kirîne” û “bi zanabûn bûne sedema kuştina hejmarek zêde kesan” tawanbar dike.
Bersucê bi navê M. A. ji zîndanê bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) beştarî dozê bû tawanên dijî xwe red kir.
Parêzerên M.A. îdia kir ku ew di belemê de rêwî bû û wî penaberên nava belemê wek gerok dizanî. Wan ji dadgehê xwest ku M. A were berdan.
Ji malbatên qurbanîyan tenê Pouria Parvizî, kekê Pejman Parvizî yê 19 salî, beşdarî rûniştinê bû û nerazîbûnên xwe yên derheqê pêvajoya darizanî dîyar kir.
“Wek bersucê kuştina 61 kesan, li vê dadgehê kesek tenê bi girtî tê darizandin. Lê qaçaxçîtî karekî rêxistinkirî ye û em di destpêka lêkolînê de û haya darizanînê nerazîbûnên xwe tînin ziman. Herî dawî birayê min Pejman ji min re telefon kiribû û gotibû ku ew bi zorê li belemê tê siwar kirin. Ez dixwazim ji M.A. bipirsim ku ger li gor gotina we ev penaber gerok bin, gelo çawa dibe gerok bi zorê li belemê tên siwar kirin? Ev qaçaxcîtîye hovane ye.” Parvizî got.
Endamê Komîsyona Koç û Penaberan yê Baroya Wanê parêzer Bahtîyar Kandeger got ku di vê dozê de vekolîneke baş nehatiye kirin.
“Me ji dadgehê daxwaz kir ku ji walîtîya Wanê bipirs e, gelo çima xebatên rizgarkirina penaberan zû hate sekinandin û çima hin jî belema penaberan di bin behrê de ye?”
Di dadgehê de M.A. jî mîna bersucên din hemî tawanên ser xwe red kirin û wek sucdarê vê bûyerê jî kesê hinda yê bi navê S. A. nîşan da.
Parêzer Kandeger jî dibêje ku li gor nêrîna wan ajokarê belemê S.A. ji bûyerê sax filîtiye û jiber ku malbata wî di destpêkê de bo dîtina wî ti hewildan û serlêdanên fermî nekirine.
Dadgehê di encama darizandinê de rûniştîna dozê bo 22’yê Îlonê paşve xist.
Your browser doesn’t support HTML5