Cîgira Serokwezîrîya Belçîkî De Sutter Dijî Îsraîlê Daxwaza Ragihandina Toleyan dike

Cîgira Serokwezîrîya Belçîka, Petra De Sutter bang li hikûmetê kir ku ser bombebarana li Gaza vekolînê bike û dijî Îsraîlê toleyan ragihîne.

De Sutter dîyar kir ku bombebaran li Gaza dijî mirovahî ye û êdî dema toleyên dijî Îsraîlê hatiye.

“Baş xuya dibe ku Îsraîl guh nade bangên navneteweyî yên jibo agirbestê. Yekîtîya Ewrupa divê peymana hevkarî ya bi Îsraîlê ya jibo pêşvebirîna peywendîyên sîyasî û aborî demûdest rawestîne.”

Wê ji hikûmeta xwe xwest ku piştgirîya diravî ya jibo Dadgeha Tawnana ya Navnetewî ya bingeh li Den Hagê zêde bike ku derheqa bomberana Îsraîlê ya ser nexweşxane û kampên penaberan li Gaza vekolînê bike.

De Sutter dîyar kir ku divê destûr jibo sîyasetvan û kesên ku piştgirîya tundûtûjîyê dikin neyê dayîn ku ew derbazî YE bibin.

De Sutter herwiha got ku divê Belçîka veguhestina alîkarîya diravî ya jibo Hamasê rawestîne jiber ku ew rêxistineke terorê ye.

“Hamas rêxistineke terorî ye û divê dijî wan sazî û kesên ku piştgirîya diravî didin wê tole werin ragihandin.”