Çavkaniyek ji PDKI: Endamê Me Yê li Silêmaniyê Radestî Îranê Hatîye Kirin

Behzad Xesrewî/Hengaw

Çavkaniyekî pilebilind ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) ragihand ku endamekî partiya wan ji aliyê saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê ve radestî Îranê hatiye kirin. Saziya Asayîşa Herêmê jî dibêje, li ser daxwaza wî bixwe vegerandîye welatê wî.

Çavkanî dibêje, "Behzad Xesrewî yê 37 salî ku endamê partiya me ye, ev nêzîkî 7 sal in ligel dayîk û xwîşka xwe li bajarê Silêmaniyê dijî, lê çend roj berê li yek ji taxên bajarê Silêmaniyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin. Wî got ku ew hat gazîkirin û hat girtin û piştre radestî Îranê hat kirin."

Çavkanî ku nexwest navê wî were eşkere kirin gote Dengê Amerîka, "Em weke aliyek ligel Netewên Yekgirtî di gotûbêj û nirxandina dosyayê de ne û dê di zûtirîn dem de helwesta xwe ya fermî derbarê radestkirina Behzad ragihînin."

Behzad Xesrewî, çalakvanê siyasî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKI) ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve destûra rûniştinê wergirtiye.

Saziya Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku Behzad Xesrewî ji ber nebûna destûra rûniştinê li Silêmaniyê hatiye girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hangaw ragihand, Behzad Xesrewî ji aliyê hêzên ewlehiya Silêmaniyê ve hatiye girtin û radestî dezgehên ewlehiyê yên Îranê hatiye kirin.

Hengaw dibêje Xesrewî keskî astengbere û xwedî pêdiviyên taybete.