Du Şandên Erebî Serdana Şamê Dikin Hevdîtinê bi El Şer'i re Dikin

Serokê Heyet Tehrîr El Şam li Şamê pêşwaziyê li Ahmed bin Abdulaziz al-Bahrain Şêxê Behreynê dike

Şandên welatên Erebî serdanên xwe yên ji bo Şamê didomînin, ji bo hevdîtinan bi serkirdeyên desthilatên nû yên Sûriyê re.

Roja Şemiyê li Şamê desthilatdarên nû yên Sûriyê pêşwazî li du şandên ji Behreyn û Lîbyayê kirin.

Şanda Behreynê bi serokatiya serokê Saziya Ewlekariya Stratejîk Şêx Ehmed Bin Ebdulezîz Al Xelîfe giheşte Koşka Gel li Şamê, û li gel serokê komên ku rejîma berê hilweşandine Ehmed El Şer'i yê bi nasnavê Ebû Mihemed El Colanî tê naskirin civîyan.

Şahê Behreynê, Hemed bin Îsa Al Xelîfe, yekem rêberê Ereb bû ku di 13'ê Kanûna Duyê de nameyek ji rêberê Heyet Tehrîr El Şam re şand û tê de amadebûna welatê xwe ji bo hevkarîkirina bi dewleta nû re ragihand.
Ajansê amaje bi wê yekê jî kir, ku Şah Hemed bin Îsa Al Xelîfe ew peyam wek Serokê civîna niha ya Lûtkeya Erebî şandiye.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA, dîmenên pêşwaziya şandê di Xê de di weşîne.


Derbarê şanda Lîbyayê de, şêwirmendê serokwezîrê hikûmeta 'Yekîtiya Niştimanî" ji bo karûbarên ewlehiyê Îbrahîm El Dibîba, Rêveberê Îstixbarata Leşkerî Mehmûd Hemze û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Ragihandin û Siyasetê Welîd El Lafi pêk dihat.

El Lafî di kongirekê rojnamevanî de li Şama paytext got, "Em serkeftinê ji serkirdayetiya nû ya Sûriyê re di vê qonaxa veguhêz de dixwazin" û da zanîn ku "nîşanên erênî yên hevkariyê bi aliyên Sûriyê re hene, bi taybetî di dosyaya ewlehiyê de".

Şand di serdanê de wê bi Wezîrê Karên Derve Es'ed El Ş'banî û Serokê Îstixbarata Giştî Enes Xetab re bicive.

Şam di heyama çend rojên borî de pêşwaziya şandên welatên rojava û erebî kir, ji bo gotûbêjkirina paşeroja desthilata nû li Sûriyê.

Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed ji welatê xwe reviya piştî ku komên opozisyonê bi pêşengiya Hey'et Tehrîr El Şam, ku li Amerîka û welatên din wek terorîst tên binavkirin, dest bi êrîşekê kirin û tê de bajarek li dû yê din kontrol kirin heta ku di 8'ê Kanûnê de gihiştin Şamê, desthilta malbata Esed ya ku zêdetirî 50 salan dom dikir bidawî hat.

Jêder: AFP