Zîndanîyên Badînan yên Azadkirî Hîn Venegerandine Ser Karên Wan

Bedel Berwarî bi mêvanên xwe re

Her du mamostayên Duhokê yên zindankirî Bedel Berwarî û Cemal Xelîl, piştî azadkirina wan hêşta venegerandine ser karên wan.

Van her duyan jibo vegerina ser karên xwe seredana rêveberîya perwerdê kirine, lê rêvebirîya giştî ya perwerde ya Duhokê nivîsîneke fermî raberî wezareta perwerdê ya herêma Kurdistanê kiriye jibo çarenivêsê van her du mamostayan were dîyarkirin.

Rêvebirîya giştî dibêje vegerandin û ladan ne destelata me ye belkû destelata wezaret û encûmena wezîran e.

Li ser vê mijarê, Ebdulsitar Mecîd serokê fraksîyona Komela Dadgerî li parlemana Kurdistanê yadaştnamek arasteyî seroktîya parlemanî kir û tê de daxwaz kirîye ku piştî bê tawanîya her du mamostayan Bedel Ebdulbaqî û Cemal Xelîl ji kar ladana wan were hilweşandin û ew vegerin ser karê xwe yê mamostatîyê, dîsa dixwaze ku di wî mawê di zîndanê de derbazkirî qerebûyan wan were kirin.

Li ser dawî pêşhatên li ser kar ladana wan mamosta Bedel Berwarî ji Dengê Amerîka re got ku wan serdana rêvebirîya perwerdeyên xwe kirin, lê wan got ku hin kiryarên qanûnî mane û wezaretê biryarê bide.

Ew herwiha dibêje ku dosya wan çûye encûmena wezîran û ew çaverê ne bizivirin ser karen xwe.

Hêjayî gotinê ye ku piştî mamosta Bedel Berwarî hat azadkirin çendîn rêkxistîyên bîyanî û navxweyî yên wek UN, CPT ya Amerîkî û PAO ya Îraq û herêma Kurdistanê û hejmarek ji çalakvanên Îraqî û herêma Kurdistanê serdana wî kirin.

Dîsa, Bedel Berwarî çend xelat yên wek Xelata Mafê Mirov li Silêmanî wergirt, bi beşdarîya hejmarek ji rêxistinên Îraqî û Kurdistanî û xelata encûmena mamostayên nerazî li Herêma Kurdistanê.

Your browser doesn’t support HTML5

SB_12_16_2021_Bedel_Berwari