Balyozê Amerîka yê li Tirkîyê John Bass bang li serhildayên Kurd kir ku çekên xwe deynin û dawî li tundîyê li Tirkîyê bînin.
Bass got ku vegerîna peyvajoya aştîyê li ser daxwaza hemwelatîyên Tirkîyê dimîne û ew yek tenê bi bi sekinandina tundîyê ji alîyê PKKê ve pêkan e.
Bass herwiha got ku Amerîka çekan nade hêza leşkerî ya Kurdên Sûrîyê ku peywendîya wê bi PKK re heye.
Bass bi berdewamî got ku Washington li ser hesasîyetên Tirkîyê yên ser Kurdên Sûrîyê agahdar e û nerazîbûna xwe hember guhertina demografîya herêmê radigihîne.