Parlamana xweser ya herêma Bask ya li rojhilata bakurê Îspanya biryareke derbarê serxwebûnê da.
Bi koalîsyona Partîya Neteweperest ya Bask (PNV) ya li desthilatê û partîya duyê Eh Bildu ‘’biryardayîna bo siberoja xwe’’ hat pejirandin.
Li gor biryara hatiye pejirandin dê di navbera herêma Bask û dewleta Îspanya de êdî peywendîyên ‘’wekhev, dualî û bi peyman’’ çêbin.
Katalonya jî di hewildanên referandumê serxwebûnê ser ‘’biryardayîna bo siberoja xwe’’ sekinîbû.
Parlaman Bask xwest ku girtîyên ETA derbazî girtîgehên li herêmên wan bikin û girtîyên nexweşîyên wan giran jî werin berdan.