Medya Îranê radighîne ku du êrîşker di ser dîwêr re derbasî bingeheke gurûpa nîv-leşkerî ya Basîj bûn, teqe kirin û di encamê de wan endamekî pasdarên Îranê kuşt û 5 ên din jî birîndar kirin.
Êrîş li bajarokê Nikshahr ê başûrê rojhilatê welêt rûda.
Dadwerê giştî yê Nikshahr Mohsen Golmohammadi ji ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Mehr re got kesê kuştî endamekê pasdaran bû û navê wî Morteza Aliahmadi ye.
Gurûpa Basîj girêdayî hêza Pasdarên Îranê ye.
Golmohammadi got herdû êrîşker jî reviyan.
Ta niha kesekî berpirsiyariya êrîşê ranegihandiye.
Ajansa nîv-fermî ya nûçeyan Fars got êrîş sibehê di dema bilindkirina alê de pêk hat.
Nikshahr li parêzgeha Sistan-Baluchistan e.