Başak Demîrtaş Dibêje Ewê Nebe Berbijara DEM Partî

Başak Demîrtaş bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê nebe berbijara bajarvanîyê ya Stenbolê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî).

Di daxuyanîyê de, Başak Demîrtaş dîyar kir ku wê û DEM Partî li hev kiriye ku gotinên wê yên ser berbijarîyê venuguherin serlêdanê.

‘’Divê gelê me û dildarên partîyê bizanibin ku hemî biryar bi partîyê re bi awayekî kordînekirî hatine dayîn. Berbijarên ku partîya me wê di rojên pêş de eşkere bike wê berbijarên me hemîyan bin.’’

Demîrtaş got ku ewê dest ji lêgerîna demokrasî, wekhevî û aştîyê bernedin û ewê bi hevre serketi bin.

DEM Partî jî bi daxuyanîyekê spasîya Başak Demîrtaş kir û dîyar kir ku wan li hev kiriye ku ew nebe berbijar.

Li gor daxuyanîyê, DEM Partî wê berbijarê jibo Stenbolê di rojên pêş de eşkere bike.

Berdevika DEM Partî Ayşegul Dogan roja Yekşemê dîyar kiribû ku ewê li Stenbolê bi berbijarê xwe bikevin hilbijartinan.

Dogan li ser pirsa rojnamevanan gotibû ku Başak Demîrtaş jî di nav koma berbijaran de ye.

Jêder: Ajansa Mezopotamya