Barzanî û Erdogan Ser Pêşvebirina Peywendîyan Axifîn

Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkîyê kir.

Barzanî li Enqerê li dû hev bi Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Serokê Sazîya Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin û bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re kom bû.

Serdana Barzanî li vê demê rast tê ku di rojeva Tirkîyê de ser çareserîya kêşeya Kurdan hin sînyal hene û dawîya hefteyê jî li Herêma Kurdistanê hilbijartinên parlamanê çêdibin.

Di civînan de Barzanî û karbidestên Tirk ser peywendîyên dualî yên Enqere û Hewlêrê û mijarên enerjî û ewlekarîyê danûstandin kirin.

Barzanî piştî civîna bi Erdogan re ji medyaya civakî got ew pir kêfxweş e ku li Enqerê careke din bi Erdogan re dicive.

Wî dîyar kir ku ew bi Erdogan re ser xurtkirina îstiqrara herêmê û pêşvebirina peywendîyan axifîye.

Wezareta Ragihandinê ya Tirkîyê jî dîyar kir ku her du rêber peywendîyên Enqere û Hewlêrê axifîne û derbarê bûyerên herêmî û cîhanî danûstandin kirine.

Wê wezaretê dîyar kir ku Erdogan ser hilbijartinên parlamanê yên Herêma Kurdistanê gotiye ew hêvî dike ku hilbijartin bi aştî û aramîyê çêbin.

Erdogan û Barzanî herî dawî meha Nîsanê dema serokê Tirk serdana Hewlêrê kiribû kom bûbûn.

Jêder: X