Ewrupa Piştgirîya Plana Jinûve Avakirina Ukrayna Dike

Dirava euro li ber ala û nexşeya Yekîtîya Ewrupa (YE)

Serokê Banka Berhemkarîya Ewrupa (EIB), Werner Hoyer îro Çarşemê bo planeke jinûve avakirina Ukrayna ya bi trîlyon Euroyan piştgirîya xwe dîyar kir; ya ku wek bi şewaza ‘Plana Marshall’ tê pênase kirin.

Lê, Werner Hoyer hevdem hişyar kir ku divê Ewrupa tenê neyê hiştin jiber ku tê pêşbînî kirin ku bo planeke alîkarîyê ya bi wî rengî dijwar e û bi trîlyonan budce hewce bike.

"Ji bo tevahiya cîhana azad dijwarîyek e ku piştrast bike ku wê ev piştgirî were peyda kirin," Hoyer got.

Di çarçoveya plana Amerîka ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyê de ku wek Plana Marshall tê zanîn, Amerîka di çar salan de bi nirxên îroyîn 200 mîlyar dolar alîkarîya aborî û teknîkî dabû Ewrupa.

Hoyer, ser pewîstîya bernameyeke wiha bo Ukrayna ji Reutersê re ragihand ku mijara lêçûnên jinûve avakirina bo wî welatî di civînên vê dawîyê yên Neteweyên Yekbûyî (NY), Sindoqa Dirava Navneteweyî (IMF) û Banka Cîhanî de hatiye gotûbêj kirin.
"Divê serokên siyasî di zûtirîn dem de biryara xwe bidin," Hoyer got.

Daxuyanîya Hoyer destnîşan dike ka Yekîtîya Ewrupa (YE) çawa xwe amade dike ku bandora aborî ya şer ya her ku diçe mezin dibe, çareser bike; bi karanîna EIB ku bi gelemperî binesazîyê ya mîna rê û piran fînanse dike.

"Ez bawer dikim ku dive sîstemeke ku bi rastî alîyên cîhanî beşdar bike, were ava kirin, ne tenê welatîyên ku li YE bacên xwe didin," Hoyer got.

Ev nîqaşa ser siberoja Ukrayna, di navbera Moskow û Brukselê de, ku piştgirî dide toleyên dijwar yên bo îzolekirina Rûsya, alozîyan kûrtir dike.

Wezîrê darayî yê Ukrayna Serhiy Marchenko jî îro ragihand ku go tê çaverê kirin ku aborîya welêt îsal hema hema di asta nîvê piçûk bibe.

Banka navendî Ukrayna texmîn dike ku hilberîna ji sê yeka kompanîyên Ukraynî tevahî rawestîye, hevdem NY jî pêşbînî dike ku nêzî 6 mîlyon kes ( ji sedî 13) ya şênîya welêt koçber bûne.

Pisporên sazîya Lêkolînên Sîyaseta Aborî, toreke aborîzan, texmîn dikin ku lêçûna jinûve avakirina Ukrayna 500 -600 mîlyar euro ye. (528 - 633 mîlyar dolar)
Lê, serokê EIB, Werner Hoyer dibêje ku wê ji budceya ku tê pêşbînîkirin pir bilindit dirav hewce bike.

Hoyer da zanîn ku xala girîng ya planê wê ev be: bo bankên mezin yên Rojavayî yên ku ji hêla dewletan ve têne piştgirî kirin, "garantîyan" peyda bikin ku piştî ku şer bi dawî bibe, wê bikaribin ku hikûmeta Ukrayna bişopînin.