Hikûmeta Demkî ya Bangladaşê Qedexeya Ser Partîya Îslamî Rakir

Hikûmeta demkî ya Bangladaşê îro Çarşemê qedexeya ser partîya Îslamî ya serekî û komên girêdayî wê rakir û got ku ti delîla ku nîşan dide tilîya wan di kiryarên terorî de heye, nehatiye dîtin.

Hikûmeta Serokwezîra berê ya Bangladaşê Şêx Hasîna, Partîya Cemaata Îslamî bi qanûna têkoşîna dijî terorê qedexe kiribû.

Wê hikûmetê Partîya Cemaata Îslamî ser gurkirina protestoyên xwendekaran tawanbar kiribû ku di encama wan protestoyan de Şêx Hasîna berê karvekişîna xwe ragihandibû û paşê jî revîbû Hindistanê.

Partîya Cemaata Îslamî îdiaya ser gurkirina protestoyan red kiribû û derbarê qedexeya ser wê gotibû ku dijî qanûn û hiqûqê ye û ew şermezar kiribû.

Jiber ku dadgehekê sala 2013’yan ser wê partîyê gotibû ku erêkirina wê dijî qanûna bingehîn ya sekuler ya Bangldaşê ye wê nikanibû beşdarî li hilbijartinan bikira.

Parêzerê partîyê Şîşîr Mûnir dîyar kir ku ewê jibo erêkirina qanûnî hefteya pêş serî li Dadgeha Bilind bidin.

Jêder: Reuters