Pakistan Dibêje Serhildayên Beluc Pirtir ji 30 Kes Kuştine

Karbidestên Pakistanê îro Duşemê radigihînin ku serhildayan li Belucistan ya li rojavayê başûrê welêt çend êrîş li dar xistine û herî kêm 30 kes kuştine.

Li gor ragihandina karbidestan, bûyerên tundîyê derengê roja Yekşemê destpê kirine ku çekdaran li herêma Musakhailê herî kêm 23 rêwî ji pirtir ji yek otobus û qamyonan bi zorê danîne û dûre jî kuştine.

Berpirsê polîsan Eyub Achakzai ji rojnamevanan re dîyar kir ku piranîya qurbanîya ji Pencabê ne ku ew eyalata herî qelebalix ya Pakistanê ye.

Achakzai got ku ku êrîşavanan berî rêwîyan bikujin nasname kontrol kirine û berî birevin jî 10 maşîne şewitandine.

Karbidest dibêjin ku serhildayan roja Yekşemê bi şev êrîş birine ser navendên polîsan û bi wan re pev çûne.

Jêderên herêmî radigihîn ku di êrîşan de bi kêmî ve 4 karbidestên ewlekarîyê, rêberekî eşîreteke li hêla hikûmetê û du sîvîl hatine kuştin.

Artêşa Rizgarîya Belucî (BLA) ya serhildayan ragihand ku wê bi şev êrîş birine ser wan kesan ku jibo hêzên ewlekarî yên Pakistanê dixebitin. Artêşa Rizgarîya Belucî berpirsîya êrîşan girt ser xwe û îdia kir ku hêzên wê hejmareke pirtir kes kuştine.

Artêşa Rizgarîya Belucî, ku bi wan êrîşên xwe yên kujer tê zanîn û pir caran dijî karkerên ji herêmên din hatine êrîş li dar dixe.

Ofîsa Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ragihand ku ew êrîşên terorî yên li Belucistanê yên dijî maşîneyên rêwîyan şermezar dike.

Radyoya fermî ya Pakistanê îro Duşemê ragihand ku hêzên ewlekarîyê bersîvdaneke bi bandor daye û ‘’12 terorîst’’ hatine kuştin.

Radyoyê ti hûrgilî neda û jêderên serbixwe jî ew îdiayên fermî piştrast nekirin.

BLA ragihand ku êrîşên dawî beşeke operasyoneke nû ne û bang li xwecîhên Belucistanê kir ku ‘’dûrî rêkên bilind bisekinin û bi şervanên Beluc re hevkarîyê bikin.’’

Ew koma ku ketiya lîsta terorê ya Amerîka û hin komên din yên qedexekirî yên Beluc îdia dikin ku ew jibo serxwebûnê şer dikin û li Belucistanê êrîşan li dar dixin.

Belucistana xizan li sînorê Îran û Afganistanê ye. Li herêmê hin projeyên mezin yên binesazîyê hene ku Çîn wan fînanse dike.

BLA jimareke caran bang li Pekînê kir ku aborîya xwe nede ser Belucistanê û madenên wê yên xwazeyî ji destê wê nestîne.

Wê komê êrîş birin ser hemwelatîyên Çînê ku bi wan projeyan re peywendîdar bûn.

Pakistan û Çîn îdiayên ser mêtingerîyê red dikin û dibêjin ku ewê dijî gefên ser ewlekarîyê hevkarîyê bikin.

Jêder: VOA