Amerîkî Amadekariyên Derxistina Kontarkteran Ji Bingeha Balad a Îraqî Dikin

Sê çavkaniyên leşkerî yên Îraqî ragihand ku hêzên Amerîkî xwe amade dikine ku bi sedan kontrakter ji bingeha leşkerî ya Balad derxin.

Çavkaniyan got nêzîkî 400 kontarkter ji du kompaniyan xwe amade dikine ku ji bingeha Balad derkevin ji ber gefên pêşbîn ên ewlekariyê.

Bingeha Balad ku derdora 80 kîlometir li bakurê Bexdayê ye ew mêvandariya hêzên Amerîkî dike.

Leşkerên Amerîkî dibêjin wan tu plan nînin ku ji bingehê derkevin. Hefteya borî bing rastî sê êrîşên topên hawn hat, bê ku kesek berpirsiyariya êrîşan ragihîne.

Kolonêlê hêzên esmanî yên Amerîka Kevin Walker di daxuyaniyekê de got:

“Dema niha tu plan nînin li dor derxistina kesekî ji Balad… eger gef li ser wan zêde bibe, wê hêzên Amerîkî pîvanên pêwîst ên parastinê deynin.”