Partîyên Kurd li Tirkîyê Pêşhatên li Sûrîyê Çawa Dinirxînin?

Pêşhatên li Sûrîyê Kurdan ji nêzve eleqeder dikin. Piştî ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) kete Helebê, li Tirkîyê bala Kurdan yekser qulipî ser vê derê.

Partîya Wekhevî û Demokratîk ya Gelan (DEM Partî), Partîya Maf û Azadîyan (Hak-Par), Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK) û hin partîyên din yên Kurdan di daxuyanîyên xwe de bal kişandin ser rewşa Sûrîyê û xwestin ku destketinên Kurdan bila li Sûrîyê werin parastin.

Hevserokên Giştî yên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî li hemberî êrîşên HTŞ û Artêşa Netewî ya Sûrîyê, bertek nîşan dan.

Cîgirê Serokê Giştî yê DEM Partî Ozturk Turkdogan ji Dengê Amerîka re got ku mafê ti kesî tune ku li Rojava destketinên Kurdan ji holê rakin.

“HTŞ rêxistineke têkel e û ne dîyar e kî li pişt wê ye. Lê ev însîyatîf dixwaze ku hewildan û statuya Kurdan ya li Sûrîyê ji holê rake. Lê bila her kes bizanibe ku Kurd dê ti car destûr nede van kiryarên HTŞ û Artîşa Netewî ya Sûrîyê.”

Turkdogan li ser destketinên Kurdan jî rawestîya û got, “Kurdan bi kedeke mezin ev mafên xwe bi dest xistine, divê hebûna gelê Kurd li Sûrîyê, Îraq, Tirkîye û Îranê êdî were pejirandin, nasname û çanda wan were dayîn. Çareserî di vê derê de ye, ne di dijberîya Kurdan de ye.”

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK) Mustafa Ozçelîk jî Pêşhatên dawî yên li Sûrîyê ji Dengê Amerîka re şîrove kir û da zanîn ku êrîşa HTŞ’ê di demeke dirêj de amade bûye.

“Dîyar e ku Heyet Tehrîr el-Şam piştî amadekarîyekê hate vê astê. Em nikarin bêjin ku haya Amerîka, Tirkîyê, Îran, Brîtanya û Fransayê ji amadekarîya vê êrîşê tunebe. Ku em dizanin Tirkîyê li Îdlîbê piştgirîyeke mezin dide HTŞ’ê, li Efrîn, Serêkanî û Girêsipî jî piştgirîya Artêşa Netewî ya Sûrîyê dike. Ev yek jî wisa xuyaye ku wê destê Tirkîyê li vê qada Sûrîyê û Rojavayê Kurdistanê bi hêztir bike.”

Ozçelîk li vê derê li ser gotinên Dewlet Bahçelî û hevdîtinên li gel Ocalan jî rawestîya û got:

“HTŞ her çiqas bêje ku bi Kurdan re ti problema me tuneye jî, lê dîsa rewşa Kurdan li Helebê ketîye nav xeterî ye. Lê li vê derê ya girîng ew e ku banga Dewlet Bahçelî ya jibo Ocalan dibe ku bi van rûdanên Helebê ve girêdayî be. Pişt derîyan de çi dibe, em nizanin. Tirkîyê dizanibû ku HTŞ wê vê êrîşê bike û xwest ku rêveberîya xweser jî bîne ser zemîna xwe. Hîn ev pêvajo berdewam e.”

Serokê Giştî yê Hak-Par Duzgun Kaplan ji Dengê Amerîka re got ku Kurd êdî ne Kurdên berê ne, dema êrîşek li ser Kurdeke pêk were tê wateya li ser hemû Kurdan.

“Ev 13 sal in ku li Sûrîyê şerek berdewam dibe û wisa xuyaye ku wê bibe sê parçe. Sedema vê çi bû, jiber ku rejîma Surîyê Kurd di serî de hemû mafên kêmnetewan neda û Sûrîye hat vî halî. Bi ya me çareserîya Sûrîyê êdî di sîstema federalîzmê de ye. Yek jî heke di navbera Amerîka û Sûrîyê de têkilîyek pêk were, ew dikarin kêşa Sûrîyê çareser bikin. Lê li vê derê dixwazim bêjim pêdivî ye ku Tirkîyê jî ji sîyaseta xwe ya berê dest berde û mafên Kurdan bide.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku Meclîsa Dayikên Aştîyê, piştî ku HTŞ’ê û Artêşa Netewî ya Sûrîyê êrîş birin ser Helebê û Kurdan, radigîhînin ku ewê ti gav destûr nedin vana û ewê wek ruhê berxwedana Kobanî li her derî çalakî pêk bînin û van êrîşan jî bi tundî protesto bikin.

Tê zanîn ku Hikûmeta Tirkîyê dibêje ku destê wê di van êrîşên dawî de li Sûrîyê nîne. Tirkîyê, Amerîka û Ewrupa, HTŞ wek rêxistineke terorîst dibînin.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_12_24_2024_Bakur_Rojava