Bakirhan: Divê Tirkîye bi Kurdên Sûrîyê re Dîyalogê Çêke 

Tuncer Bakirhan

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan bang li hikûmeta Tirkîyê kir ku bi Kurdên bakur û rojhilata Sûrîyê re dîyalogê çêke.

Bakirhan li Edenê di civîneke partîya xwe de got ku ku Tirkîye bi êrîşên li bakur û rojhilata Sûrîyê di rêka şaş de diçe.

‘’Em bang li Tirkîyê dikin dev ji sîyaseta şa ber de û bi Kurdan re dîyalog û danûstandinê çêke.’’

Wî got ku ger Tirkîye aştîyeke rast û ji dil dixwaze hem li nav welêt hem jî li rojihlat û bakurê Sûrîyê divê sîyaseta şer nemeşîne.

Piranîya bakurê Sûrîyê di destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de ye ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya Kurdan pêşengîya wê dike.

Tirkîye, YPG’ê wek baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) ya Sûrîyê dibêne û dibêje rêxistineke terorîst e.

Enqere li bakurê Sûrîyê piştgirî dide wan çekdaran ku dijî HSD’ê şer dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku ji 12’yê Berfanabarê vir ve, piştî ketina Beşar Esad, pevçûnên HSD’ê û çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê gur bûne.

SOHR dide zanîn ku ji destpêka pevçûnan ve 409 kes hatine kuştin.

Li gor ragihandina SOHR’ê ji wan kuştîyan 36 sîvîl in, 300 çekdarên bi piştgirîya Tirkîyê ne û 73 jî endamên HSD’ê ne.